Serokê Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir
Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê peyam waha ye:
Cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh bi germî li hemû xuşk û birayên peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim cejin li navçeya me da bibê cihê xêr û xweşiya Kurdistaniyan û hemû gelan û berqerarbûna aştî û aramiyê.
Herêma Kurdistanê mehtik û landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û oliyane, li vê bîranînê de tekez li ser parastin û bihêztir kirina bingehên vê kultûr û bihayan dikin û em hemû pêkve bi navê kûrtir kirina wan da kar dikîn.
Cejn û pişû û bîhnvedaneke aram ji bo hemuyan dixwazim û hemû salek di xweşiyê da bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê 06/01/2020