top of page

Erdogan: Kuştina Qasim Sulêymanî dê bê bersiv nemîne!

Serkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan nîgeraniya xwe li hember kuştina fermandeyê hêza Quds ya Îranê Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîka ve nîşan da û ragihand, ewê bê bersiv nemîne!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî beşdarî weşana zindî ya hevbeş ya Kanal D û CNN Turkê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Recep Tayyip Erdogan kuştina Qasim Sulêymanî nirxand û got: "Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de heta îro me weke Tirkiyê hewlên berbiçav dane û em didin jî. Tevî hemû hewlên navneteweyî, mixabin çareseriya rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de heta niha pêk nehatiye. Me dît ku di vê dawiyê de qeyran bi taybet ji ser Iraqê re dîsan tê geşkirin. Hilbijartina cih jî weke Iraqê watedar e. Bi taybet ku Amerîkayê ew hilbijart, li herêmê bû sedema zêdebûna rageşiyan.”

Erdgona herwiha diyar kir ku ew egera metirsiyên piştî kuştina Sulêymanî ji nêzîk ve dişopînin û wiha pê de çû: “Ev kar dê li vê derê neqede, hetmen pêvajoyek bi dûv vê dê hebe. Kuştina fermandarekî ji asta bilind a dewletekê, ez wisa difikirim ku dê bê bersiv nemîne."

Serkomarê Tirkiyê herwiha anî ziman ku ew wê şevê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump axiviye û piştî 4-5 saetan ev bûyer qewimiye û got: "Wisa xuya dike ku êriş hatibû pilankirin. Dema me bihîst em mat man. Min bi taybet pêşniyara wê yekê lê kir ku rageşiya ligel Îranê zêde neke. Weke Tirkiyê em herdem li herêmê li dijî destêwerdanênin û me ev êrîş jî bi vê nerînê nirxand. Berî ku em bigihin qonaxekê ku hemû alî ji zirarê bibînin, li gorî min pêwîst bû ku ev rageşî têkeve bin kontrolê."

BasNews

bottom of page