Serokê Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir

January 6, 2020

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salroja ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê peyam waha ye:

Cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh bi germî li hemû xuşk û birayên peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim cejin li navçeya me da bibê cihê xêr û xweşiya Kurdistaniyan û hemû gelan û berqerarbûna aştî û aramiyê.

Herêma Kurdistanê mehtik û landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û oliyane, li vê bîranînê de tekez li ser parastin û bihêztir kirina bingehên vê kultûr û bihayan dikin û em hemû pêkve bi navê kûrtir kirina wan da kar dikîn.

Cejn û pişû û bîhnvedaneke aram ji bo hemuyan dixwazim û hemû salek di xweşiyê da bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
06/01/2020

 

Please reload