Trump tehdîd kir: Emê li 52 hedefên Îranê bidin!
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, eger Îran êrişî hêzên wan bike dê li 52 hedefên Îranê bidin. Artêşa Îranê jî bersiva Trump da.
Tehdîd û gef xwarinên Amerîka û Îranê, piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji aliyê Amerîka ve, li hember hev didomin.
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, eger Îran êrişî hêzên Amerîkî bike wan jî 52 hedefên Îranê destnîşan kirine û dê bi çekên herî pêşkeftî wêran bikin.
Fermandeyê giştî yê artêşa Îranê, seyîd Ebdulrehîm Mûsevî di civîneka rojnamevanî de ragihand, Amerîka newêre tiştekî wisa bike. Lê eger şerek çêbibe jî wê çaxê dê diyar bibe ka ew 52 dê yê kî be.
BasNews