Ji hevserokên HDPê daxuyaniya Qasim Sulêymanî
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, di 10emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, têkildarî rojevê de axivî.
Buldan tezkereya Lîbyayê û kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî nirxand û got pêvajo ber bi Şerê Cîhanê yê 3yemîn ve diçe .
Hevseroka HDPê dibêje: “Her welat di vê serdemê de li gorî berjwendiyên xwe şer dide destplkirin, Tirkiye dê bibe parçeyekê Şerê Cîhanê yê 3yemîn. Kuştina Qasim Sulêymanî dê li Rojhilata Navîn hevsengiyeke nû derbixe holê. Cîhan êdî ber bi Şerê Cîhanê yê 3yemîn ve diçe.”
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî jî di 3’emîn Kogreya Asayî ya partiya xwe ya Mêrdînê de axivî û bal kişand ser bûyerên vê dawiyê yên li herêmê.
Temellî, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de wiha axivî: “Em dibînin ku Tirkiye, Îran, Rûsya û Amerîka dixwazin şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn berdewam û mezintir bikin. Kuştina Qasim Sulêymanî vê yekê nîşan dide. Ev hemû welat, divê dest xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin.”
RÛDAW