Hevpeymanan karwaneke serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din a alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 100 barhilgirên alav û otombîlên serbazî derbasî navçeyên di destê HSDê de ne kir.
Da zanîn, ev karwana nû di deriyê Welîd ji Iraqê derbasî navçeyên HSDê li Hesek û Dêrazorê kir.
Berî 4 rojan jî Hevpeymaniya Navdewletî 130 barhilgirên serbazî derbasî parêzgehên Heseke û Dêrazorê kiribûn.
K24
S. B