Hawara Kurdên Kerkûkê ji destê Erebên hawirde
Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên nakok ên di çarçova madeya 140 de kiriye. Birgeya sereke ya projeyê pirsgirêka derbarê zeviyan de ye û ji ber rewşa niha ya li Bexdayê ew proje niha hatiye rawestandin.
Hawar û bangawaziya pîremêrekî Kurd ê 70 salî ji gundê Pelkanê, ji ber dest bi ser girtina zeviyên wan û Erebkirina navçeyên Kurdî digihije asman.
Bîreweriyên mam Sabîr li gel xakê û ev rewşa niha ew wisa dilteng kiriye ku aramî lê biriye û tenê daxwaza çareseriya rewşa tê de dikin ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an careke din bi ser wan de hatiye.
Sabîr Umer ku rûniştvanê gundê Pelkanê ye, ji Rûdawê re diaxive û daxwaza alîkarî û çareseriyê ji serkirdayetiya Kurdistanê dike.
Di heyama 2 rojan de bêyî li berçavgirtina tapoyên fermî û belgeyên derbarê zewiyan de û herwiha raspardina madeya 140, Dadgeha Kerkûkê 200 donim zeviyên cotkarên Kurd ji wan standin û dan Erebên ku di çarçavo guhertina demografiya navçeyên Kurdî de bo wê deverê hatine vegihastin.
Erebên hawirde jî bi piştevaniya hêzên emnî yên Iraqê, tên û li ber çavên cotkarên Kurd, zeviyên wan dipîvin û gef li Kurdan dixwin bo ku wê derê bicî bihîlin.
Cotkarekî Pelkane bi navê Dilêr Ebdula dibêje, “Ereban duh 100 donim zevî dagîr kiribûn û îro jî hatin 100 doniumên din dagîr kirin.”
Cotkarekî din ê ji Pelkanê bi navê Hawkar Eskender dibêje, “Hatin gotin ku ev zeviyên me ne û em dê dagîr bikin. Hêz jî li gel xwe anîbûn.Me jî ti desthilatek nebû.”
Li sînorê Sergerab û Kendênawe bi giştî ji 43 gundan, 12 gundên Kurdan di serdema hikûmeta Beasê de zeviyên Kurdan ji wan hatin standin û bi girêbest bi Erebên hawirde hatin dayîn. Niha jî ew Ereb bi heman girêbestên wê demê hatine û dest bi ser zeviyên Kurdan de digirin ku hem desthilata îdarî û hêza çekdarî piştevaniya wan dike.
Li ser pirsgirêka zeviyan du komîteyan biryar û rasparde dane hikûmeta Iraqê lê nehatine cîbicîkirin.
Endamê komîteyê bi pêwîstî dizane ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zext li Bexda bike bo cîbicîkirina raspardeyan heta ku destên Erebên hawirde ji zeviyên wan tên dûrxistin.
Cemal Şikur, Endamê Parlamentoya Iraqê û Komîteya Çareseriya Pirsgirêka Zeviyan ji Rûdawê re ragihand, “Ew biryarên der diçin hemû ne yasayî ne, ji ber ku ne li gor biryara madeya 140. Biryara madeya 140 heye li birgeyên 4 û 12, ew bi xwe biryarên xwe red dikin. Lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke sereke hebe di vê keysê de, divê wezaretên peywendîdar ên ku diçin Bexdayê li ser van xalan gotûbêjan bikin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek bo çareserkirina pirsgirêkên li navçeyên nakok ên di çarçova madeya 140 de amade kiriye. Birgeya sereke di wê projeyçê de derbarê meseleya zeviyan de ye.
Wezîrê Herêmê bo danûstandinan li gel Rûdawê ragihand, “Ji ber kêşeyên li Iraqê û destjikarberdana serokwezîr, me nekarî biçine bexdayê û vê meselê yekla bikin. Em çaverêyî asayîbûna rewşê ne.”
RÛDAW