Fermandeyekî mezin yê pasdarên Îranê jî li Yemenê hat kuştin
Malpera erebî ya bi navê “El Yemen El An” ragihandiye, di operasiyoneka taybet ya hêzên hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistanê de, fermandeyekî mezin yê pasdarên Îranê bi navê Ebdulriza Şehlayî hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, Şehlayî berpirsê darayî yê hêza Quds ya pasdarên Îranê bû û Amerîka bo girtin yan jî kuştina wî 15 milyon dolar xelat danîbû.
Îran di şerê navxwe yî yê Yemenê de piştevaniya milîsên şîe yên bi navê Husî dike.
Heta niha Îranê tiştek li ser kuştina wî pasdarî negotiye.
Pêr bi şev jî fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî û hevalê wî yê nêzîk û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî Mihendis li nêzîkî firokexaneya Bexdayê ji aliyê artêşa Amerîka ve hatibû kuştin.
BasNews