60 sal biser çûyîna nemir Mele Mistefa Barzanî bo Ermenistanê re derbas dibe
Beriya 60 salan rêberê netewî yê gelê Kurd nemir Mele Mistefa Barzanî di çarçoveya meşa xwe ya dîrokî de ya bo Rûsyeyê, serdana Kurdên Ermenistanê jî kir.
Şêniyên gundên Kurdan yên ku di vê demê de amade bûne, ev bûyera han bi bûyereke girîng û dîrokî wesif dikin û nibşên niha jî bi heman awayî behsa serdana Mele Mistefa Barzanî bo gundên xwe dikin.
Nemir Mele Mistefa Barzanî di serdana xwe de ya bo deverên Kurdî li Ermenistanê, li gel Kurdên Ermenistanê çend civîn û hevdîtin pêk aniye û behsa şoreşa Kurdistanê û doza Kurd ji wan re kiriye.
Mele Mistefa Barzanî sala 1958an beriya ku ji Rûsyeyê vegere Kurdistanê serdana gundên Kurdan li Ermenistanê kiriye û li gel Kurdên li Ermenistanê civiyaye.
KTV