Wezîrê Pêşmerge û sekreterê encumena wezîran ji ber pirojeqanûna reforman diçin parlementoyê
Serokê komîsyona darayî ya parlementoya Kurdistanê, Ziyad Cebar ji BasNewsê re got, emê sibê bicivin û xebatên xwe bo amadekirina raporta xwe li ser pirojeqanûna reforman ya hikûmetê bidomînin.
Ziyad Cebar her wiha got, di civîna me ya sibê de wezîrê pêşmerge Şoriş Îsmaîl û sekreterê encumena wezîran Amanc Rehîm jî beşdar dibin. Ewê bersiva pirsên me yên li ser pirojeqanûnê bidin.
Beriya niha wezîrên navxwe, darayî û şehîdan bi komîsyona darayî ya parlementoyê re li ser heman mijarê civiyabûn. Lê ji ber kongireya YNKê, wezîrê pêşmerge û sekreterê encumena wezîran nekarîbûn bi komîsyonê re bicivin.
BasNews