top of page

Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo pêwendiya telefonî encam dan

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê Derve yê Amerîka tekezî liser aramkirina rewşa navçeyê kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonê encam dan.

Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî li Îraqê û navçeyê hate kirin û tekezî liser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hate kirin.

K24

bottom of page