Berhem Salih û Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan.
Di wê peywendiya telefonî de Berhem Salih û Erdogan, tekezî li ser hemahengiya herêmê kirin bo çareserkirina kêşeyên li navçeyê.
Serokomarên Iraq û Tirkiyê herwiha amaje bi wê jî kirine ku pêwîst e ewlewiyet bo rûbirûbûna tundrewî û terorê be.
Herwiha Erdogan di wê peywendiya telefonî de diyar kiriye, “Em rê nadin Iraq bibe qada milmilaneyên herêmî û navdewletî.”
RÛDAW