Amerîka dîsa li heşda şebî da û çend kes hatin kuştin
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev balefirên Amerîkî dîsa êrîşî ser çekdarên heşda şebî li Bexdayê kirine.
Li gor jêderan di encama êrîşa han de herî kêm 6 berpirsên din yên heşda şebî hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve heşda şebî jî daxuyaniyek weşand û êrîş pişt rast kir lêbelê kuştina fermandarê çekdarên Îmam Elî Şibil Elzêdî direwand.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di nava wan 6 fermandarên heşda şebî de ku berbanga îro şemiyê hatine kuştin fermandarê çekdarên Îmam Elî bi navê Şibil Elzêdî jî heye.
KTV