top of page

Pentagon: Qasim Suleymanî bi fermana Trump hat kuştin

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, Qasim Suleymanî bi fermana serokê Amerîka Donald Trump hatiye kuştin.

Şeva borî di êrişeka artêşa Amerîka de, fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Mihendis li Bexdayê hatin kuştin.

Pentagonê li ser wê êrişê daxuyaniyek da û ragihand, ew êriş bi fermana Donald Trump hatiye kirin.

Di daxuyaniya Pentagonê de hatiye gotin, ew êriş bo parastina hêzên Amerîkî hatiye kirin.

BasNews

bottom of page