top of page

Serok û Serokwezîrê Kurdistanê Cejna Rojiyê li Kurdên Êzidî pîroz kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî kirin û hêviyên xwe derbirîn ku ev cejn aramî û aştiyê li gel xwe bîne.

Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî dikeve hefteya dawîn a meha Berfanbarê ku Kurdên Êzidî bo maweyê 3 rojan rojiyê digirin û roja çarem jî weke cejn tê pîrozkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir û Cejna Rojiyê li hemû Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Pîrozbahiya Cejna Rojiyê li hemû xwîşk û birayên Êzidî li Kurdistan û hemû cîhanê dikim, bi taybetî li malbatên kesûkarên cînosayda Kurdên Êzidî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im ev cejn bibe jiyaneke baştir bo Kurdên Êzidî û hemû xelkê Kurdistanê û di nav pêkvejiyan û aramiyê li Kurdistanê pêşwazî li cejnên xwe bikin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir bi boneya vê cejnê û tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmet hemû hewlekê dide bo ku koçber vegerine cihên xwe û xizmeteke şayîste bo wan bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berevanîkirina li mafên Kurdên Êzidî dupat kir.

RÛDAW

bottom of page