top of page

Li Êlihê li ser kêşeya zeviyan 2 Kurdên Êzdî birîndar bûn

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, malbatên Kurdên Êzdî ketin ber êrîşê ku zeviyên wan hatibûn ‎zeftkirin û bi biryara dadgehê careke din wergirtibûn.‎

Peyamnêrê Rûdawê ji Êlihê ragihand ku li gundê Kelhokê ser bi bajarokê Qudîn, grûpeke 10 kesî ji ‎eşîreta Reşkotan ku Kurdên Misilman in, bi dar û keviran êrîşî wan Kurdên Êzdî kirine ku daxwaza ‎zeviyên xwe dikin û di êrîşê de 2 Kurdên Êzdî birîndar bûne û hêzên ewlekariyê 6 kes ji êrîşkeran ‎girtine.‎

Peyamnêrê Rûdawê got: “Bi armanca parastina Kurdên Êzdî, bi biryara dadgehê 300 leşker bo gund ‎hatine şandin û malbatên Kurdên Êzidî îro di jêr parastina leşkeran de dest bo cotkirina zeviyên xwe kirine.”‎

Di sala 1992an de bi dehan malbatên Kurdên Êzdî dema ji gundê Kelhokê koçî Ewropayê kirine, bi rêya ‎noterê heta wê dema vedigerin zeviyên xwe radestî eşîreta Reşikan kirine. Piştî 20 salan pênc malbat ‎vegeriya ne daku zeviyên xwe werbigirin, 8 sal e bi rêya dadgehê hewl didin zeviyên xwe werbigirin, lê ‎niha ligel biryara dadgehê jî eşîreta Reşkotan red dike zeviyên wan radest bike.

RÛDAW

bottom of page