Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembola yekbûna me ye
Îro Sêşemî 17ê Kanûna 2019an, bi boneya Roja Ala Kurdistanê li Hewlêra paytext û li bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê merasimên cor bi cor hatin lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî jî bi helkevta Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û têde ragihand: “Pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû hevwelatiyên xweştivî yên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.”
Di beşeke din a peyama xwe de, serok Barzanî dibêje: “Di vê roja pîroz de em tekezî li peyama aştî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û hezaran silav li rihê pak ên wan şehîdan be, ku canê xwe di ber ala pîroz a Kurdistanê de feda kirine.”
RÛDAW