top of page

Rêveberiya Xweser: ENKS dikare nivîsgehên xwe veke û karê siyasî bike

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser radigihîne, li ser destpêşxeriya HSDê û ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê siyasî bike.

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser destpêşxeriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye û ji bo yekgirtina helwesta Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nîne nivîsgehên xwe ve û karê xwe ya siyasî, civakî û ragihandinê bike û pêwîst nake rêdanên ewlehiyê yên pêşwext werbigire.

Da zanîn jî, ev gavên hatine avêtin, ji bo wê yekê ne, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên siyasî û îdarî bê avakirin.

Herwiha Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser hemû giliyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine û ragihand, ew dikarin vegerin, bêyî ku ti astengiyek hebe.

Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bikin.

Ev daxuyaniya Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê ye, duhî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, xebatên wan ên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin.

K24

S. B

bottom of page