top of page

Özçelik: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik ji ber sedsalîya ala Kurdistanê daxuyanîyek belav kir û got: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye.

Di berdawamîya daxuyanîyê de Özçelik wiha got:

“Alaya Kurdistanê mîrat û nîşana dîroka gelê me ya bi hezaran salan e. Alaya Kurdistanê navê berhem û keda 200 salî ya canfîda û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê sembol û rengê yekgirtina netewî û niştimanî ya hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê, bi sebir, bi têkoşîneke fedakarane, bi bedelên mezin, bi dilsozî û bi lêxwedîderketina prensîb û nirxên netewî û niştimanî bilind dibe, divê bê bilind kirin. Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kürdistanê ye.Roja Alaya Kurdistanêli hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be.”

17.12.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kaynak: Özçelik: Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina rabirdû û paşeroja Kurdistanê ye

Rûpela nû

bottom of page