PDK: Mercên me bo wî kesê ku dê bibe serokwezîrê nû yê Iraqê, hene
Parlementerê kurd û endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûpirdanî ji BasNewsê re got, heta niha bi fermî nehatiye gotin ku tê gotin ku parlementerê Iraqî yê bi navê Mihemed Şiya Sûdanî û çend kesên din bo posta serokwezîrtiyê hatine kandîdkirin.
Şêrwan Dûpirdanî her wiha got, lê xwepêşanderan tevahiya wan kandîdan red kirine. Ji ber wê jî destnîşankirina serokwezîrê nû hêsan nîne.
Li ser helwsta PDKê li ser serokwezîrê nû jî, wî parlementerê PDKê got, em ti kesî veto nakin lê mercên me hene. Mercên me jî ew in ku girêdayî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê be, pirsgirêka madeya 140 û Pêşmerge çareser bike û mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê jî binpê neke. Eger kandîdk ew merc tê de nebin em wek PDKê deng nadinê.
BasNews