top of page

Kilîta "Tifaqa Netewî-Yekitîya Netewî" li cem kê ye?

Seraceddin Kirici

Kilîta "Tifaqa Netewî-Yekitîya Netewî" li cem kê ye?

Ev çend roj in di çapemenîyê de gengeşî û hewldanên ji bo pêk anîna" Yekitîya Netewî" an Tifaqa Netewî" didomin...

Bêguman her hewildan û gavên ji bo Yekitî, tifaq û yekrêzîyê bêne avêtin baş in. Ankêtek/lêkolinek were kirin ewê Miletê Kurd bi rêjeyek bilind daxwaza temsîl û navnîşaneke neteweyî qabûl bike. Lewra di nav du salên vê taliyê de bûyerên li Kerkûkê û li Rojavayê Kurdistanê rûdan dest nîşankir ku navnîşaneke neteweyî, ji alîyê diplomasî û muzakereyên navxweyî û navneteweyî bi qasî nan û avê îhtîyacek e..

Lê belê wexta em vedigerîn ser sîyasetmedarên me tabloyek din derdikeve pêş me..

Mixabin siyaseta ‘’yan ewê di bin qotrola min de be, yan jî ez ji kesî re nakim yar" tê meşandin. Bi tayibetî jî li Bakûrê Kurdistanê rewşek pir cuda heye... Em hemû dizanin ku bûyerên rojane û yên qedera mîletekî tayin dikin ji hev pir û pir cuda ne...

Li Bakûrê Kurdistanê ‘’sîyaseta desthilatdar’’ ne xwedî stratejîyek mayinde ye..her rojane tev digere. Sîyasetên stratejîk dike kurbana taktîkên rojane. Ev yeka ji dibe sedema sergêjiyê. Jibo vê yekê jî plan û projêyên ku qedera welatê me tayîn dike di asta gengeşîyan de dimîne. Ev yeka jî dibe sedema hin têgehên ku di jiyana me de xwedî nîrxen bilind in dejenere bibe... Ji bo wê ji divê em di mesela dezgehek xwerû neteweyî de deh caran bifikirin û carek gav bavêjin.

Difikirim..

Piştî ewqas bûyeren trajîk û tije êş, piştî ewqas tecrube, gelo ev banga " tifaqa netewî ", "yekitîya netewî" îhtîyacek e an taqtîkek e ?

Heger ihtîyacek be pir baş e; û wê gavê divê bi her awayî ji bo serkeftina vê projeyê em bixebitin. Na... heger taqtîkek be vatînîyek dikeve ser mile me. Divê em vê yekê bi awayekî aqlêselîm bipeyivin û teşhîr bikin...

Bêyî ku em hevûdin sûçdar bikin û bêyî ku bi zimanekî erîşkar gilî û gazincan bikin,her yek ji me dikare vê pirsê ji xwe bipirs e. Îro ji berjewendîya partîyan bêtir, pewistîya gelê me bi çi heye?

Jibo vînek neteweyi kîjan rê û metodên nû baş in. Pirs pir in..

Divê em bipeyivin...

Divê em binivîsinin...

Bi ya min ev banga vê taliyê ji despêkê de wek ji axaftina rêzdarekî ku beşdarî civiîna 10 partiîyan bûbû, di Rudaw TVyê de eşkere kir: "hazirîyeke baş nehatîye kirin."

Heyf e... Em hemû dizanin jibo daxwaz û xwestekeke rast bi aktoren şaş encam nayê stendin.. Bi dagirkirina Rojavayê Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê atmosfer û hewayeke pir erênî belav çê bû.

Hîn jî ev çoş û hest xurt in.

Heger pewistîyeke rasteqîn ji bo "yekitî", "tifaq" û vînek neteweyî hebe bi erênî û neyênîya xwe ve dîroka Miletê Kurd bi têra xwe xwedî tecrubeyên dewlemend e...

Di rewşên wiha de divê em bi awayekî çêker gav bavêjin.

Heger nîyet avakirina yekitîyeke mayinde bûya xwedîyên vê bangê diviyabû hesabê du tiştan baş bikiribûna:

1. Wek em hemû dizanin bi êrîş û dagrirkirina Rojavayê Kurdistanê ya Dewleta Tirkîyeyê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê roleka pir erinî lîst...Xwest bi navbênkarîya wan kare ENKS û PYDyê wan li hev bîne..

Ev hewldan hîn jî didome...

Lihevkirina herdû alîyan ewê bandora xwe ya erînî li seranserê Kurdistanê bike. Ez bawerim wê demê ji bo "tifaq","yekîtî" û hûn çi nav lê dikin lê bikin encam stendin hîn rehetir dibû. Lê cîhê balê ye ku heta îro jî me nebihîstîye HDP, DBPyê piştgirîya Mitabaqata Hewlêr û Dihokê kirine; me ne dîtîye ku HDP, DBPyê daxwaz ji PYDyê kiribe da ku mitabqatekê li gel ENKSYYê çêbike.

2.Di tarixa Kurdan de wexta ihtiyacek, pewistîyeke miletê me hebe em di zemînekî xelet û bi aktorên xelet gengeşiyên xwe didominin.

Di mijarekî wer girîng de çima HDP û parlementerên wê derdikevin vitrinê?

Ew ecela wan jibo çi ye?

Heger niyêt çêkirin be, çima ev rêbaz hat bi karanîn?

Ne ku ez li dijî HDPê me. Na...

HDP kî ye?

HDP çi ye?

Em hemû ji daxuyanîyên wan, ji bernameya wan dizanin HDP çi ye...

Ne hewceye em wan tarîf bikin, ew xwe bi xwe tarîf dikin..

HDP partîyeke Tirkyeyîye û di tifaqeke netewî, Kurdistanî de ne mihatabê partîyên netewî, niştimanî, Kurdistanî ne. Ezê ji PAK û HDP dest pêbikim.. 13.12.2019 Sirac Kirici Têbinî: Beşek ji nivisa min î di rupela nû de hatiye çapkirin.

Rûpela nû

bottom of page