Hozanê navdar ê Dêrsimê Silo Qij koça dawî kir
Hunermend Silo Qij, li gel bavê xwe di heşt saliya xwe de tevlî dawetan dibe û kemançe dijenîne. Bavê wî Siloyê Mezin, ew jî Siloyê Biçûk e. Di komkujiya Dêrsimê de hemû kesûkarên wî tên kuştin. ji ber ku dikare kemançe bijenîne ji hêla efserên Tirk ve naye kuştin dibêjin ewê bi kemanê kêfa me bîne. Silo Qij, li Dêrsimê Gundê Milanê bi beşdariya hezaran kes ve, bi xak hat spartin.
Bapîrê wî dewrêş, bavê wî Hozan bû. Bi kemançeya xwe beşdarî dawetan dibû. Silo Qij, bi navê fermî Suleyman Dogan, dema behsa serpêhatiye xwe dike dibêje, xwişk û birayên ji wî mezintir dimiriyan, zanayek ji dayikê re dibêje, navê bavê wî lê bike, dê bijî, navê bavê wî Silo lê dikin û dijî. 104 saliya xwe de koça dawî kir.
Bavê wî Hozan Silo Pîl, ew jî hozanê biçûk dibe Silo Qij. Silo Qij, di dema serhiladana Şêx Seîd de deh salî bûye, dibêje wê demê her çend elewî tevli şer nabin jî, derbeder dibin. Pişt re karîne vegerin Dêrsimê.
Di komkijiya Dêrsimê de hemû kesûkarên Silo Qij tên kuştin, qetilkirin. ew jî tê girtin. Li gor salixan, efserên Tirk gotine, "ewê ji me re kemançe lêde, kêfa me bîne" û ji ber vê nekuştine.
Silo Qij li Dêrsimê gundê Milanê bi beşdariya hezaran kesan hat veşartin. Ji bo Silo Qij li Cemxaneyê merasîmek hat darxistin û helalî hat xwestin û axaftin hatin kirin.
Merasîm ji serî heta dawî bi zimanê Kurdî zaravayê Kirmanckî birêve çû, axaftin, mûzîk, helalî xwestin û oxirkirin.
Saziyên sivîl, Şaredariya Dêrsimê û kesayetên naskirî beşdarî merasîmê bûn.
Li gor agahiyan, 400'î zêdetir berhemên Siloyê Qij bizimanê Kirmanckî hene ku piraniya wan li ser şîna komkujiya Dêrsimê, azar û wendayan de ne.
Li ser Siloyê Qij, belgefîlm hatine çêkirin, stran hatine derxistin ku axîn û kesara xelkê xwe bi kemançe û kilamên xwe anîne ziman.
K24