top of page

Hêzên rejîmê ciwaneke 17 salî qetil kirin

Li gor nûçeyeka navenda Hengav ya bo mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên çekdar yên rejîma Îranê gole li ser karwaneke kolberên Kurd reşandine.

Di raportê de hatiye diyar kirin ku di encama êrîşa hêzên rejîmê de ciwaneke 17 salî yê Kurd bi navê Hadî Husênî canê xwe ji dest daye.

Navenda Hengav eşkere kiriye ku Hadî Husênî xelkê bajarê Serdeştê ye û ji bo dabîn kirina pêdiviyên jiyana çar xuşkên xwe yên biçûk neçar bûye kolberiyê bike.

Bûyer li sînorê Bêtûşî ya li Serdeştê qewmiye.

Duhê jî li sînorê Şino Kolberekî din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin.

KTV

bottom of page