ENKS: Doza Kurdî li Sûriyê ji girîngtirîn pirsên Sûriyê ye
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sedhezaran kes koçber bûne û binpêkirin di derheqê tevahiya pêkhateyên deverê li ser destê grûpên çekdar tên kirin.
ENKSê ev binpêkirin şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, bi berpirsatiya xwe rabe û sînorekê ji guhartina demografî re li wan deveran deyne.
ENKSê daxwaz ji hemû rêxistinên mirovî yên navdewletî kir, alîkariyan pêşkêşî derbider û koçberan bikin û di vê derbarê de rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bilind nirxand.
ENKSê di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser yekrêziya helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike û daxwaz ji PYDê dike di vê derbarê de gavên cidî li ser erdê bavêje û biryarên tekalî li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê nede û li rêkeftina Duhokê ya di navbera her u aliyan de vegere.
Herwiha ENKSê daxuyaniya civîna Astana ya vê dawiyê û piştguhkirina doz û gelê Kurd li Sûriyê şermezar kir û diyar kir, doza Kurdî li Sûriyê yek ji girîngtirîn pirsên Sûriyê yên niştimanî ye û divê bi riyên siyasî û dadperwerane di çarçoveya çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê û ligor biryarên navdewletî yên pêwendîdar de were çareserkirin.
K24
S. B