top of page

Beşar Esed: Tirkiyê li gel Eniya Nusre û DAIŞê petrola Sûriyê firotine

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînek bo ajansa Fênîks a Çînî de êriş kir ser Tirkiyê û ragehand: Tirkiyê li gel hemû wan alîyan kar kirîye ku ewên petrola Sûriyê firotîne.

Esed got: Tirkiye di destpêkê de, li gel Eniya Nusra petrola Sûriyê difirot, dûv re jî li gel DAIŞê ew kar dikir û niha jî li gel Amerîkayê dike.

Derbarê Amerîkayê de jî Beşar Esed got: Amerîka bi rêya şîrketên taybet kar dike, wek şîrketa Bilak Woter li Iraq û hevşêwe yên wê. Raste Amerîkayê çend sed leşker hene, lê bi rêya wan şîrketan ve bi hezaran kesên wan heye.

Piştî şerê navxwe yê çend salan li Sûriyê, hikumeta Beşar Esed bi piştevanîya Rûsya û Îranê karî di desthelatê de bimîne û bi wê yekê jî, sîyaseta Amerîkayê (Sûriya ya Bê Esed) şikest hîna, niha jî Esed, li gor axaftinên wî,careka dî serokatîya avedankirina Sûriyê dike.

BasNews

bottom of page