Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

December 16, 2019

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Yusif Qazî peyamekî serxweşiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya (Yusif Qazî) pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mihabadê kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mihabadê

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yusif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.

Li vê helkefta xemgîn da serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yusif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim giyanê Kak Yusif bixe ber dilovaniya xwe û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
16.12.2019

BasNews

 

Please reload