Keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Elmas Sebah keçek Kurd a Êzdî ye ku sala 2014ê kete destê DAIŞê, ew 4 caran birîndar bûye û dibêje cara dawiyê guleyek ser sîngê wê ketiye û ji pişta wê ve derketiye, DAIŞê ew hêlaye û reviyaye.
Rizgarbûya ji destê DAIŞê Elmasê da zanîn ku bi birîndarî birine Kampa Holê û wê piştî heft mehan xwe radestî Mala Êzidîyan a Qamişloyê kiriye û piştre bo Duhokê hatiye veguhestin.
Keça Kurda Êzidî behsa şerê Baxozê dike û dibêje ku serkirdeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî peyamên dengî bo endamên DAIŞê şandine û daxwaz ji wan kiriye şer bikin heta ku têne kuştin û xwe teslîm nekin, lê duberekî di nav çekdaran de derket.
Elmas Sebah dibêje: “Em sê kes di nav xanî de bûn. Yekê ji me re xwarin çêdikir ya din jî li ba min bû. Bes ew herdu jin li ba min bû û kesekî alîkariya me nekir. Kesê ez nebirim nexweşxaneyê. Min bixwe birîna xwe pêçand.”
Bi gotina Elmas wê gelek rev û kuştina fermadeyên DAIŞê bi çavên xwe dîtine û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Dema şer dest pê kir gelek ji çekdarên DAIŞê reviyan û hinek ji wan jî digot ew dê heta mirinê şer bikin. Gelek ji wan hatin kuştin û hinek hatin girtin û hinek jî reviyan. Bexdadî peyam dengî dişand û ji wan re digot şerê xwe bikin û netirsin.”
RÛDAW