Keçeke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

December 15, 2019

Keça Kurda Êzidî Elmas Sebah ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hate veguhestin. Ew di sala 2014 de, di temenê 22 salî de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin.

Elmas Sebah keçek Kurd a Êzdî ye ku sala 2014ê kete destê DAIŞê, ew 4 caran birîndar bûye û dibêje cara dawiyê guleyek ser sîngê wê ketiye û ji pişta wê ve derketiye, DAIŞê ew hêlaye û reviyaye.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Elmasê da zanîn ku bi birîndarî birine Kampa Holê û wê piştî heft mehan xwe radestî Mala Êzidîyan a Qamişloyê kiriye û piştre bo Duhokê hatiye veguhestin.

Keça Kurda Êzidî behsa şerê Baxozê dike û dibêje ku serkirdeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî peyamên dengî bo endamên DAIŞê şandine û daxwaz ji wan kiriye şer bikin heta ku têne kuştin û xwe teslîm nekin, lê duberekî di nav çekdaran de derket. 

Elmas Sebah dibêje: “Em sê kes di nav xanî de bûn. Yekê ji me re xwarin çêdikir ya din jî li ba min bû. Bes ew herdu jin li ba min bû û kesekî alîkariya me nekir. Kesê ez nebirim nexweşxaneyê. Min bixwe birîna xwe pêçand.”

Bi gotina Elmas wê gelek rev û kuştina fermadeyên DAIŞê bi çavên xwe dîtine û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Dema şer dest pê kir gelek ji çekdarên DAIŞê reviyan û hinek ji wan jî digot ew dê heta mirinê şer bikin. Gelek ji wan hatin kuştin û hinek hatin girtin û hinek jî reviyan. Bexdadî peyam dengî dişand û ji wan re digot şerê xwe bikin û netirsin.”

RÛDAW

 

Please reload