top of page

Seroka firaksiyona PDKê hişyarî da: Tirsa wê heye rewşa Iraqê aloztir bibe!

Seroka firkasiyona PDKê li parlementoya Iraqê hişyarî da û ragihand, tirsa wê heye rewşa Iraqê aloztir bibe ji ber ku şîe nikarin kesekî bo posta serokwezîrtiyê destnîşan bikin.

Parlementera kurd û seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, mohleta qanûnî ya destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê sibê xilas dibe lê heta niha şirîkên hikûmetê nekarîn kesekî destnîşan bikin.

Viyan Sebrî her wiha got, tirsa wê heye rewşa Iraqê aloztir bibe ji ber nakokiyên şîeyan di destnîşankirina kesekî de bo posta serokwezîrtiyê. Şîe bûne du alî. Aliyek tifaqa Saîrûn e û aliyê din jî ji firaksiyonên Feth-Dewleta Qanûn-Îrade û Kefae pêk hatiye.

Wê parlementera kurd da zanîn, aliyê girêdayî Dewleta Qanûn kesekî bi navê Mihemed Şiya Sûdanî wek kandîdê xwe destnîşan kirine lê heta niha bi fermî nehatiye ragihandin.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdabû, parlementoyê 15 roj mohlet dabû serokomarê Iraqê da ku kesekî nû li şûna wî destnîşan bike.

BasNews

bottom of page