top of page

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Boris Johnson kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina di hilbijartinên Parlamentoya Brîtanyayê de, pîrozbahî li Serokê Partiya Konservatîv û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek ji Boris Johnson re şand û serkeftina partiya wî di hilbijartinên parlamentoya Brîtanyayê de li wî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de serkevtina partiya Johson di hilbijartinên Brîtanyayê de wek serkevtineke mezin bi nav kiriye û ragihandiye: “Ev serkeftina mezin û bidestxistina baweriya gelê Brîtanyayê, nîşana bawerî û piştgiriya gelê we bi serkirdayetî û nerîna we û partiya we bo niha û paşeroja Brîtanyayê ye.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em li Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê li alîkarî û piştgiriyên Brîtanyayê yên bo gelê Kurdistanê dinêrin û ji dil dixwazin ku em pêwnediyên xwe bi pêş bixin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê careke din bi germî pîrobahiyê li Boris Johnson dike û jê re dibêje: “Dubare hêviya serkeftinê ji we û partiya we re dixwazim. Hêviya serkeftinê ji we û hikûmeta we ya dahatî re û aramî û pêşkevtina berdewam ji gelê Brîtanyayê re dixwazim.”

KDP.İnfo

bottom of page