Wezareta navxwe ya herêmê binpê kirin û îşkence kirina dema lêkolînên destpêkê de qedexe kir
Berdevkê desteya mafê mirovan li herêma Kurdistanê Mihemed Gomeşînî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama borî de desteya mafê mirov li ser vekirina çend dozan û bi nivîskî jî wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber binpê kirin û îşkencê di dema lêkolînên destpêkê de li rêveberiya nehiştina tewan agahdar kiriye.’’
Herwaha got: ‘’Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî her du rêveberiyên giştî yên polîsê herêm û rêveberiya tekoşîna tundiya dijî jinan agahdar kiriye ku pêwîste di dema lêkolînê de bingehên mafên mirov û yasa li berçav bên girtin û dûr li binpê kirin û îşkencê tevgerîn hebe.’’
Navborî got, ‘’Li gor nivîsa wezareta navxwe her kesekî binpê kirinê bike dê bê ceza kirin.’’
BasNews