top of page

Encûman Pîran a Amerîkayê komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand

Encûman Pîran a Amerîkayê komkujiya Ermeniyan weke cînosayd nasand.

Encûmena Pîran a Amerîkayê, bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.

Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê ragihand, “Me deng bi cînosayda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”

Ted Cruz, senatorê Teksasê jî, derbarê dengdanê de got, “ev sêyem hefte ye, li ser hev ku em dixwazin deng li ser vê projeyasayê bidin. Spasdar im ku îro me serkevtinek bidest xist.”

Ev pêngava Encûmena Pîran a Amerîkayê di demekêde ye ku roja Çarşemê jî Komîteya Peywendiyên Derve li Encûman Pîran a Amerîkayê, deng da bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de, ev jî li beramber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema moşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê wî welatî ve.

Dawiya Cotmehê, Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan komelkujiya Ermeniyan, weke cînosayd nasandibû.

Her çend e, îdareya Trump, li gel Tirkiyê xwedî peywendiyên asayî ye, lêbelê hejmareke zêde ji endamên Kongresê, li hember siyaset û kiryarên Tirkiyê hêrs û nerazî ne, taybet jî di mijarên êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 a Rûsî.

Proseya komelkujiya Ermeniyan sala ji 1915an heta 1923an ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hat encamdan û tê de, 1 milyon û nîv xelkê Ermenî hatin kuştin.

Heta niha 39 hikûmet û parlamentoyan komkujiya Ermeniyan weke, ‘cînosayd’ nasandiye û girîngtirîn nasandin jî ji aliyê Yekitiya Ewropayê (YE) ve bû ku wê pêngavê pirsgirêkeke mezin a dîplomasî di navbera Tirkiyê û YEyê de pêk anîbû.

Hejmareke rêxistinên navdewletî yên weke; Netewên Yekgirtî (NY), Parlamentoya Ewropayê (PE), Encûmena Ewropa, Encûmena Kenîseyên Cîhanê û Rêxistina Mafên Mirovan, komelkujiya Ermeniyan a ji aliyê Osmaniyan ve weke, ‘cînosayd’ nasandine.

Li ser asta kesayetî jî, sala 2007an 35 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtibûn, li gel hev yadaştnameyek îmze kiribûn û komelkujiya Ermeniyan weke 'cînosayd' nasandibûn.

RÛDAW

bottom of page