top of page

NY: 424 kes di protestoyên li Îraqê de hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di protestoyên li Îraqê de 424 kes hatine kuştin û bi qasî 9000 kesên din jî birîndar bûne.

Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê bi 183 kesan re danûstandina agahiyan kir û raporek hazir kir.

Li gor raporê bi tenê di navbera 5’ê Mijdarê û 8’ê Berfanbarê de li Îraqê 170 kes hatin kuştin û 2264 kesên din jî birîndar bûn.

Rapor dide zanîn ku nexweşxaneyên hejmara kuştiyan eşkere nake û dibe ku hejmara kuştiyan hîn zêdetir be.

Protestoyên li Îrqê di 1’ê Mijdarê de dijî hikûmetê destpê kiribûn û di serî de li Bexda hin bajarên hîn jî didomin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan di 29’ê Mijdarê der karvekişîna xwe ragihandibû.

Voa

KTV

bottom of page