McConnel: Ger Civata Nûneran Împiçkirinê Bipejirîne Emê Rûniştina Yekê di Meha Pêş de Çêkin
Rêberê Piranîyê yê Civata Senatoran Mitch McConnel ser peyvavjoya împîçkirina Serok Donald Trump axifî.
McConnel da zanîn ku ger prosesa jikardûrxistinê di Civata Nûneran de were pejirandin, ew dikarin di meha pêş de qonaxa dadgehkirina li Civata Senatoran bidin destpê kirin.
‘’Prosesa împîçkirinê ger ji alîyê Civata Nûneran, ku piranîya wan Demokrat in, were pejirandin û derbazî Civata Senatoran bibe, emê rûniştina pêşî di meha Çile de li dar xin’’ McConnel got.
Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi di 24’ê Îlonê de dîyar kiribû ku wan dijî Trump peyvajoya împîçkirinê daye destpê kirin.
Civata Nûneran di 31’ê Cotmehê de bi dengdanê biryar dabû ku ser lêpirsîna împîçkirina Trump rûniştinên vekirî li dar kevin.
Rûniştinên vekirî di navbera 13 û 21’ê Mijdarê de li Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran li dar ketibûn.
Komîteya Îstixbaratê rapora bi 300 rûpel roja Sêşemê eşkere kiribû û ew ji Komîteya Dadê re şandibû.
Ger Komîteya Dadê serlêdana bo împîçkirina Trump qebûl bike dê berê li Civata Nûneran dengdan çêbe û ku ew li wir were pejirandin dê qonaxa dadgehkirinê ya li Civata Senatoran destpê bike.
Donald Trump jiber gotinên di axaftina bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy re tê tawanbarkirin.
Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrold Nadler gotibû ku Trump hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka, bi awayekî berdewam jibo armancên nerewa û jibo bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anî û rê li Kongresê girtiye ku erka xwe bi cîh bîne.