top of page

Helebçe…Termê jina hatibû şewitandin ji Îranê hat vegerandin

Şeva borî 11.12.2019ê derengê şevê ew jin a Helebçeyî ya ku li Îranê hatibû şewitandin, birîna wê giran bû û jiyana xwe ji dest da, naha jî termê ji Helebçê re hat vegerandin.

Li gor zanyariyên BasNewsê roja 10.12.2019ê yek ji endamên wê malbata Helebçeyî kul i Îranê dermanên jehrî dabûn wan û şewitîbûn ê jin a bi navê Çiya Nasir ji ber birîna wê giran bû li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest da û derengê şeva borî jî termê gehandin parêzgeha Helebçê.

Çend roj berî naha zilamekî Helebçeyî yê bi navê Hêmin Baqî li gel hevjîna xwe ya bi navê Çiya Nasir û dayîka hevjîna xwe bi armanca çareseriya bijîşkî bo hevjîna xwe Çiya, berê xwe dan Îranê. Lê li Îranê ji aliyê çend kesan ve Hêmin û Çiya herdu hewser dermanên jehrî dan wan û ji ber wan dermanan şewitîn û xesûya Hêmin jî dan ber kêran û ew jî birîndar kirin.

Birayê Hêmin Baqî, Muhsîn Baqî berî naha ji BasNewsê re ragehandibû ‘’Tenduristiya Hêmin ê birayê min û xesûya wî başe.’’

BASNEWS

bottom of page