top of page

DXB hevkariyên xwe gehande Rojavayê Kurdistanê

Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên bo hevkarî kirina xelkê Rojavayê Kurdistanê de, dezgeha xêrxwaziya Barzanî (DXB) duhê karwaneke din alîkarî bo xelkê Roavayê Kurdistanê birê kir.

Di karwana vê carê ya alîkariyan de, sobe, betanî, kinc, pêdiviyên tendirostî û erzaq hebû. Ev karwana han bi giştî ji 871 ten kelûpelên curbicur pêk hatibû.

DXB ji destpêka operasiyona Tirkiye û cîhadiyan ya bo ser Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berdewam hevkarî û alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê şandiye.

KTV

bottom of page