top of page

Rojhilat - Li Kirmaşanê 5 girtiyên kurd hatin bidarvekirin

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê 5 girtiyên kurd hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, pêr danê sibê 5 girtiyên kurd li girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

Tevahiya wan girtiyan bi tohmeta kuştina kesên din hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Heta niha tenê navên du kesan hatine zanîn: Xelîk Keremî û Emîr Xurem Necefabadî.

Tê gotin ku Necefabadî ji ber kuştina hevjîna xwe hatibû girtin, Keremî jî kesekî din kuştibû û hatibû girtin.

BasNews

bottom of page