Pirtûka keçeke Kurd li Kenedayê di nav sê pirtûkên pizîşkî ên herî zêde hate firotin de ye

Bêtirî hefteyekê ye pirtûka keça Kurd a kor Avêsta Alanî li Kenedayê di nav sê pirtûkên pizîşkî ên herî zêde hate firotin de ye.

Temenê Avêsta Alanî 8 sal bû dema ji nişka ve hest bi rewşeke xerîb di bînahiya xwe de kir. Piştî çend mehan, bi awayekî fermî wek kor anku nabîna hate tomarkirin. Di wî temenî de xweguncandina bi wê rewşa fizîkî ya nû re ne karekî hêsan bû.

Piştî çendik û çend salan ew ezmûna dijwar bû haveyna ramana pirtûkekê ku nîsana îsal (2019) hate çap û belavkirin. Pirtûk dixwaze têgihiştina berbelav li hember kesên ku wek “xwedî pêdiviyên taybet” tên naskirin, biguhere.

Ji Kurdistanê bo Kenedayê

Avêsta Alanî destpêka gulana 1995an li Başûrê Kurdistanê ji dayikeke Kerkûkî û Bavekî qeladizeyî ji dayik bûye. Temenê wê 3 sal bû dema tevî malbata xwe berê xwe dan Kenedayê û li bajarê Ottawayê hêwirîn. Avêsta ku li wî bajarî mezin bûye û yekemîn bawernameya zanîngehê jî li wir wergirtiye, li ser salên yekem ên jiyana xwe ji Rûdawê re got: “Di temenê zaroktiyê de, min çêj ji çalakî û xwendin û fêrbûnê didît.”

Xwerahênana bi guherîneke ji nişka ve re

Nû pola duyem a seretayî xelas kiribû, temenê wê tenê 8 sal bû dema hest kir pirsgirêkeke çavên wê heye. Berî ku here pola sêyem, pizîşkan ew agahdar kirin ku çavên wê tûşî (Cone Rod Distrophy) bûne. Ev rewşeke nexweşiyê ya kêmpeyda ye ku tê de xaneyên qoçekî û xaneyên çîlkeyî di tora çav de têk diçin. Ew herdu cûreyên xaneyan li hember ronahiyê hestyar in û roleke wan a sereke di dîtinê de heye.

Ji ber vê rewşê Avêsta bi dijwarî dikare depreşa polê bibîne yan kaxezan bixwîne. Lewma ji bo xwendinê pişta xwe bi metinên elektronî girêdide. Bi wî halî jî ji destpêka pola 3yê seretayî ve wek kor anku nabîna hate tomarkirin.

Xweguncandina bi vê rewşa nû re ji bo Avêsta û dê û bavê wê ne gengaz bû. Ew dibêje: “Min nizanîbû çima ji nişka ve wiha li min hat. Dê û bavê min li Kenedayê nû bûn. Lewma ez piştrast im ev ji bo dê û bavê min jî guherîneke mezin bû.”

Avêsta qala rojên destpêka jidestdana bînahiya xwe dike û dibêje: “Di salên yekem ên jidestdana bînahiya min de, min pir şerm dikir qal bikim. Min hewl dida heta ji min bê veşêrim. Ev jî ne gengaz bû. Lewra ron û eşkere ye ku vê xem û janeke zêde da min.”

Nivîsandina ezmûnan

Avêsta di 2017an de yekem bawernameya zanîngehê di warê geşkirina navdewletî û cîhanîkirinê de bi dest xist. Hevdem kursek di felsefeyê de jî wergirt û bîr û baweriyên gelek fîlosofan nas kirin ku paşê bûne sedema ramana nivîsandina pirtûkekê bi navê “Diffability”.

Biwêja (Diffability) ji peyva Diffable hatiye wergirtin ku ew jî ji herdu peyvên cudahî (Difference) û şiyan (Able) hatiye çêkirin û tê wateya “xwedî şiyana cuda.”

Avêsta dibêje ew biwêj wek binemayekê “hertim bi min re bû, bi geşbûna baweriya min bi min ew jî geş dibû. Min hest dikir ez jî wek her kesekî din dikarim tiştan bikim. Lê bi awayekî hinekî cuda ji wan.”

Herwiha dibêje: “Me qala felsefeya jin û nijadan dikir. Lê mijara xwedî pêdiviyên taybet qet nedihat qalkirin. Lewra min ji xwe dipirsî çima me ramana xwedî pêdiviyên taybet wek tiştekî belge jê re ne pêwîst wergirtiye. Li wir bû ku raman li ba min zelal bû.”

Di wê demê de nivîsandina pirtûkê û xwendina yasayê bûbûn kelkela serê wê, dizanîbû ku divê nivîsandina pirtûkê bîne pêş. Ew dibêje: “Min dizanîbû koleja yasayê û karên yasayî demê ji min re nahêlin ku ez bidim dû meraqên xwe yên din. Lewma min dizanîbû yan diviyabû ez tavilê dest bi nivîsandina pirtûkê bikim an ji bo demeke dirêj bi paş bixim. Min di 2017an de dest bi nivîsandina wê kir û di 2019an de hate belavkirin.”

Wek ji navnîşana pirtûkê jî xuya ye, Avêsta dixwaze destkariya wê têgihiştinê bike ku li ser kesên “xwedî pêdiviyên taybet” heye. Di zimanê ingilîzî de ji rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet re (disability) tê gotin ku wek Avêsta dibêje tê wateya “seqetî yan bêşiyaniyê” û “ti mecalekê ji bo şiyan û yektabûnê di însanan de nahêle.”

Ezmûna takekesî ku bi dirêjahiya salên xwendinê pê re bû, roleke wê ya sereke hebû ku ramana wê pirtûkê li ba Avêstayê zelal bibe. Ew di vê barê de dibêje: “Ezmûna min a takekesî nîşanî min da ku gelek tişt hebûn derfeta encamdana wan bi min nedihat dan, ji ber ku baweriya wan bi min nebû ku ez dikarim wan tiştan bikim.”

Ji wan jî di pola 10an de gava mamosteyê zimanê fransî pêkutî kiribû ku Avêsta nikare fêrî xwendin û nivîsandina fransî bibe, lê di dawî de puana 98 di wê dersê de anî.

Palpiştek ji bo xwendî şiyanên cuda

Li gor Avêstayê, tenê destkarîkirina peyv û têgihiştina berbelav nikare pirsgirêka kesên “xwedî şiyanên cuda” çareser bike, çimkî astengiyên “binyatî, civakî û aborî jî hene û gelek kêşe hene ku jiyana kesên xwedî şiyanên cuda dijwartir dikin.”

Yek ji wan pirsgirêkên ku Avêsta guhdaneke zêde pê dikir pirsgirêka damezrandina kesên kor e, ji ber ku “Li Kenedayê du li ser sêyê kesên kor karê wan ê full time nîne. Bi dîtina min a şexsî jî, heke em jinbûn û mînorîtebûnê jî li Kenedayê lê zêde bikin, pirsa damezrandinê dikare bibe gefek.”

Avêsta li şîrketa şêwirmendiya yasayî ya Borden Ladner Gervaisê dixebite ku mezintirîn şîrketa şêwirmendiya qanûnî ya Kenedayê ye. Mijûlî wê pîşeyê ye ku xewna wê bû, lê dibêje: “Ez serwext im ku du li ser sêyê însanên kor nikarin karekî wextdirêj bibînin, îcar çawa pîşeyeke ku xewna wan be.”

Projeya bê ya Avêstayê ew e ku tîmeke şêwirmendî û şîretkariya yasayî ji xwendekarên xwedî şiyanên cuda re çêbike ji bo ku bikarin li bazara kar a Kenedayê rikberiyê bikin.

Xewna vegera bo Kurdistanê

Heta niha jî pêwendiya Avêstayê bi kes û karên wê re li Kurdistanê qut nebûye û dibêje: “Ez bûyer û kar û barên konevanî yên deverê dişopînim. Heta niha derfet ji min re peyda nebûye ez projeyekê li Kurdistanê bikim an pêwendiyê bi kesên xwedî şiyanên cuda re li Kurdistanê çêbikim.”

Yek ji hêviyên Avêstayê ew e ku “derfeta vegera bo Kurdistanê” jê re peyda bibe, ji bo ku “konferans û workşopan ji kesên akademî û xwedî şiyanên cuda” re birêk bixe.

Nivîskara Kurd a ciwan dixwaze pirtûka wê bibe kurdî û tekez dike ku: “Pêşwaziyeke baş li pirtûka min hat kirin. Ji bo beşeke zêde ya vê pêşwaziyê jî ez spasdara kurdan li hemû cîhanê me.” Bêtirî hefteyekê ye pirtûka Avêstayê di nav sê pirtûkên yekem ên warê pizîşkî de ye li Kenedayê.

Jiyana Kenedayê wiha li Avêstayê nekir reh û koka xwe ya Kurdî ji bîr bike. Ew hewl dide nirxên civaka Kurdî “di jiyana xwe ya rojane” de şênber bike. Avêsta dibêje: “Kurd li hember rewşên dijwar radest nabin. Ez jî Kurd im. Lewra ez jî teslîm nabim. Mêr û jinên Kurdistanê qehreman û nimûneyên min in. Ez hêvîdar im rojekê ji rojan bibim alîkar ji bo Kurdistan û civaka kurdî.”

RÛDAW