Kurdên Kazaxistanê êşa 75 salî yad kirin

Kazaxistan welatekî çol û çolistan li Asya Navin, ku Kurd jî nav da, ji bo dehan neteweya re bûye zindan û pê re jî bûye welatekî duyemîn.

Kurdên ji çar aliya Kazaxistanê, ji bo bibîranîna 75 saliya sirguna (mişext) xwe ya li wî welatî, li Mala Dostanî ya bajarê Almatayê kom dibin.

Rêûresma bîranînê ji aliya Yekîtiya "Berbang" a Kurdên Kazaxistanê ve hatiye rêkxistin.

Akademisyen û profesorên navdar Kinyazê Îbrahîm, Nadir Nadîrov, Ezîzê Ziyo, Mehmedê Misto û rewşenbîr û karsazên serkeftî îro serkêşiya diyaspora Kurdan dikin ku hejmara wan li tevaya Kazaxistanê ji 100 hezarî bihuriye.

Serokê Yekîtiya Berbang û Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Sovyeta berê Kinyazê Îbrahîm dibêje: “Kurd sê caran hatine sirgûnkirin. Yekem car di sala 1937 heta 1944a bû ku gelê Kurd beşdarî Şerê Cîhanî yê Duyemîn bû, lê Sovyetê weke her car xiyanet li Kurdan kir û ew ji war û cihên wan sirgûn kirin. Kurdên me disa di sala 1988an de ji ber şerê di navbera Ermenî û Azeriyan de ji Ermenistanê hatin sirgûnkirin.”

Cîgirê Serokê Yekîtiya Neteweyên Kazaxistanê, weke nûnerê hikumetê gotareke bibîranînê pêşkêş dike û dibêje, tevî giraniya karesetên wan salan, Kurd îro ser piyane û karîne ku li Kazaxistanê nirxên xwe yên neteweyî biparêzin.

Nûnerên diyasporayê bibîr tînin ku Kurd, beriya hemû neteweyên din ên Sovyetê tûşî xezeba rêjima totalîtar a Stalînê hatine û di mercên herî giran de, bi metirsiya man û nemênê re rûbirû bûne.

Rûspiyên Kurd, ku bi xwe şahidiya wan salên karesetê kirine, dibêjin, piştî mirina Stalîn û hilweşîna Sovyetê hemû neteweyên sirgunkirî vegeriyan welatê xwe, lê tenê ji bo Kurdan cihekî li ti welatî peyda nebû.

Sirgunê ji herêma Batûm a Gurcistanê Apê Ehmed jî got: “Yên dibirin piraniya wan canê xwe ji dest dan û paşê jî cenazeyên wan wenda dikirin. Çima wiha dikirin.”

Li gorî daneyên fermî, ji salên 1937 heta 1944a ji herêmên Yekîtiya Sovyetê yên ser sînorên Tirkiyeyê, bi giştî 10 hezar û 800 kurd bi zorê ber bi komarên Asya Navîn hatine veguhastin. Lê di rastiyê de hejmara Kurdên sirgunkirî herî kêm du caran zêdetir bûye, ji ber ku li nasnameya piraniya wan, neteweyan weke Tirk, an jî Azerî hatibûn nivîsin.

Mamosteyê zimanê kurdî li herêma Çû ya Kazaxistanê Husênê Îbrahîm jî diyar kir Kurd sala 1937ê ji Navçîvanê hatin sirgûnkirin û bi mercên gelek dijwar de dijiyan.

Piştî rêûresma fermî ya bibîranînê, di pêşangehekî de mînakên kelepûra Kurdî, pirtûkên nivîskar û zanyarên Kurdên Kazxistanê û tabloyên şêwekarên Kurd hatin nasandin.

Mêvanên çalakiyê, ku di nava wan de çendîn rewşenbîrên navdar ên Kazax û nûnerên diyasporayên din hene, bi çêja xwarinên kurdewarî jî bûn nas. Komên Zarokan ên ji herêmên cuda yên Kazaxistanê jî şiyanên xwe yên di warê muzîk, helbest û govendê de pêşkêşî mêvana kirin.

RÛDAW