top of page

Perleman pirsa elikitrîkê û dabeşkirina neftê

Evro, Sêşembîyê rûnîştina asayî ya hejamre (9) a Perlemana Kurdistanê dihêt encamdan û dû piroje yasa û pirsa elikitîka nîştîmanî û dabeşkirina petrolê bi ser hevwelatîyan re dihên gengeşe kirin.

Berê jî serokatîya Perlemana Kurdistanê ragehdandibû, di evê rûniştinê de, vexwîndina dûyê bo piroje yasa ya (Rêkalamên bazirganî li Herêma Kurdistan- Îraq) û vexwîndina yekema biryara (Rojên bone yê fermîyên neteweya Turkuman) dihên kirin.

Duhî serokatîya perlemanê di beyannameyekê de, endamên perlemanan Kurdistanê haydar kir, ku xalekea dî bo bernameya karê rûniştina evro, Sêşembîyê, 10/11/2012 zêde bûye ku ew jî pêkhatîye ji gengeşekirina pirsa elikitrîka nîştîmanî ş dabeşkirina sitemenîyê di vê werza Zivistanê de bi ser hevwelatîyan re.

K24

bottom of page