Demîrtaş dîsa birin nexweşxaneyê
Hevserokê berê yê HDPê ) Selahatin Demîrtaş îro êvarî saet derdora 18.00 bi sedema nexweşiya sing û bêhntengiyê bo Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Trakyayê hat veguhestin.
Piştî ku Demîrtaş birin nexweşxaneyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Edirneyê derdorê nexweşxaneyê dorpêç kirin û tedbîrên ewlehiyê berfireh kirin.
Selahedîn Demîrtaş gotibû ku derengxistina zanyariyên derbarê tenduristiya wî de biryara wî bûye û got ji ber hindê agahiya HDPê ji rewşa wî nebûye. Demîrtaş gotiye, “Di nav ewqas meseleyan û di demeke hebûna ewqas nexweşên girtî de, min nexwest rewşa tenduristiya min bibe rojev.”
Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye, berê hefteyekê ragihandibû ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye. Xwîşka Demîrtaş gotibû ku tevî hefteyek derbas bûye birayê wê bo nexweşxaneyê nehatiye veguhastin.
Piştî vê daxuyaniyê, şandeke parlamenterên HDPê serdana Selahedîn Demîrtaş kiribûn li girtîgeha Edîrneyê û aşkere kiribûn ku piştî gotûbêjên li gel berpirsên wê zîndanên, Demîrtaş bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
RÛDAW