Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşî dikin ser gundewarê Girê Sipî û Til Temir

Çekdarên dijberîya Sûriyê, yên dûvelankên Tirkiyê êrîşî gundewarê Girê Sipî û Til Temir kirin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, ku çekdarên dijberîya Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve êrîşî gundên derdroa Ebûrasên kirin, di encama êrşên wan çekdaran bo ser gundê Til Elwerd welatîyekî sivîl jîyana xwe ji dest da.

Herweha belavkirîye, ku çekdarên dijberîya Sûriyê êrîşî gundên Erîde û Ebû Zihûr jî kirin li gundewarê Girê Sipî, ku ew herdû gund di destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de dene.

Herî li pêş

K24