top of page

Ji 9ê Çiriya Paşiyê heta niha 18 hezar Rojavayiyan koçî Herêma Kurdistanê kirine

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hevbeş a bi ser Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku li Herêma Kurdistanê milyon û 263 hezar û 845 penaber dimînin.

Li gorî heman daxuyaniyê ji destpêka Operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê, heta niha 18 hezar û 077 Rojavayî koçî Herêma Kurdistanê kirine.

Bixwîne - Operasyona li Rojavayê

Operasyona li Rojavayê 9ê Çiriya Pêşiyê dest pê kiribû.

Navendê diyar kiriye ku milyon û 037 hezar û 446 kes koçber, 226 hezar û 399 kes jî penaber in.

Penaberên Sûriyeyî

Navendê di daxuyaniya xwe de ev amar belav kirine:

3 hezar û 114 malbatên sûriyeyî hatine Herêmê ku li ser hev 15 hezar û 538 penaber in. Penaber bi rêyên nefermî derbaî Herêma Kurdistanê bûne. Qaçaxçî serê penaberan 250 Dolarên DYAyê distînin û wan bi vî awayî derbas dikin.

Li gorî amarên navendê penaberên sûriyeyî yên ku nû hatine ji sedî 49ê wan jin, ji sedî 51ê wan mêr in.

12 hezar û 395 penaber li Kampa Berdereşê, 2 hezar û 033 penaber li Kampa Gawilan, 182 penaberên nû jî li Kampa Domizê hatine belavkirin. Her weha nêzîkî 2 hezar penaber jî li bajarên derdorê belav bûne.

Rojane 150 û 200 penaber derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê dibin. Navendê diyar kiriye ku 38 malbat û 168 penaber bi dilxwazî vegeriyane Sûriyeyê û Rojavayê.

Penaberên Iraqî

Li Herêma Kurdistanê her weha 301 malbat û hezar û 339 penaberên iraqî li kampan dimînin. 476 malbat û 2 hezar û 541 kes an vegeriyane malên xwe an jî çûne welatekî din. (FD)

BİANET

bottom of page