top of page

Amerîka bi awayekî nefermî dorpêç daniye ser Tirkiyeyê

Dorpêçên ku tê payîn ji aliyê Amerîkayê ve jiber qirîza S400an, bi ser Tirkiyeyê werin sepandin, her çend di fermiyetê de ne xuyane û nehatine sepandin lêbelê tê gotin ku bi awayekî nefermî hatine sepandin.

Li ser vê mijarê endamê meclisa konseya henardekarên Tirkiyeyê Rostem Çetînkaya diyar kiriye ku di danûstandinên navbera bazirgan û henardekarên Tirkiyeyê li gel Amerîkayê de, aliyên Amerîkî hertim behsa qirîza S400an dikin û rê nadin bazirganiya navbera Tirkiye û Amerîkayê pêşde biçe.

Çetînkaya eşkere kir ku Amerîka bi awayekî nefermî dorpêç li ser Tirkiyeyê daniye.

KTV

bottom of page