Şanda ENKSê îro serdana Moskowê dike

Biryar e îro duşemê şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Rûsyayê bike û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bicive û mijarên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Mihemed Ismaîl derbarê vê serdanê de ji Rûdawê re ragihand, hewlên wan berdewam in da ku di warê dîplomasiyê de destkevtên baş bêne bidestxistin.

Mihemed Ismaîl got, şanda ENKSê dê li Moskowê ligel berpirsên Rûsyayê derbarê rewş û pêşhatên nû yên Rojavayê Kurdistanê û bicihkirina mafên Kurd di destûra nû ya Sûriyê de gotûbêjan bikin.

Wî rayedarên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di derbarê danûstandin û hevahengiya wan li gel Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de jî ragihand, ti hevahengî di navbera wan de nebûye û nîne û tekez kir: Mijara yekdengiyê, tenê di ragihandinan de tê mezinkirin û li ser erdê tiştekî wisa tine ye.

Biryar bû roja Înê ya bihorî 6ê Kanûnê şanda ENKSê serdana Rûsyayê bikira, lê belê ew serdan hatibû paşxistin.

Wê demê Endamê Şanda Pêwendiyên Derve ya ENKSê, Dr. Ismaîl Hesaf ji Rûdawê re ragihandibû, ji ber hinek sedemên teknîkî, ku wî amaje bi wan sedeman nekir, hevdîtina wan li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov hate paşgxistin.

RÛDAW