Serokê HAK-PARê: Yekîtî li ser bernameyeke netewî pêk tê

Serokê nû yê HAK-PARê Letîf Epozdemîr dibêje, “Niyeta me nîne em xwe ji ti partiyên Kurdistanî cuda bikin. Di mejiyê me de yekîtî li ser proje û bernameyeke neteyî pêk tê” û tekez dike ku ew dê ji bo pêkanîna vê armancê xebatên xwe berdewam bikin.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Letîf Epozdemîr bû mêvanê birgeya Taştê li bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê û derbarê siyaset, xebat û armancên partiya xwe û dawîn pêşhatên li Kurdistan û navçeyê herwiha rexneyên li ser partiya xwe pirsên nûnerê Rûdawê li Amedê bersivandin.

Letîf Epozdemir ku di kongreya 8an de weke Serokê HAK-PARê hatibû hilbijartin, derbarê siyaseta partiya de dibêje, “Bernameya HAK-PARê ya sala damezrandina wê di 2002an tevî ku 19 sal derbas bûne, me neguhertiye. Rêbaza wê jî nehatiye guhertin û çawa hatibe danîn her wisa maye. Bo nimûne hinek tişt kevn bûne ku divê jê bên derkirin, lê me bi qestî dest ne daye. Me xwest wî rûhî biparêzin.”

Serokê HAK-PARê derbarê kesên ku ji wê partiyê veqetiyane û partiyên nû ava kirine ne de jî dibêje, “Ez hîn nizanim bi çi mebestê jê veqetiyan û di HAK PARê de kîjan rêveçûn li xweşa wan neçû û wan rexne lê girtin, xwe cuda kirin û rêxistinên din ava kirin.”

Derbarê rexneyên li ser HAK-PARê jî Letîf Epozdemîr dibêje, “Eniya me vekiriye” û red dike ku wesayeta Kemal Burkay li ser wê partiyê hebe bo vê yekê jî proseya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û cudabûna wan herdu partiyan nîşan dide û dibêje, “20 sal beriya HAK-PARê PSK hebû, Kemal Burkay jî serokê PSKê bû, gelo wê demê wesayet nebû û îro wesayeta Kemal Burkay derket pêş?”

Li ser ‘lawazbûna’ HAK-PARê û polîtîkayên ji bo bihêzkirina wê partiyê di pêşerojê de jî Epozdemîr proseya ji hev cudabûna HAK-PAR û PSKê bibîr dixe û vê yekê, weke, ‘derbeyeke mezin’ li ser HAK-PARê binav dike û dibêje, “Piştî wê cudabûnê gelek rêxistinên HAK-PARê hilweşiyan û ji bo avakirina wan dem pêwîst bû.”

Letîf Epozdemîr dibêje jî gelek guhertin di yasayên ji bo beşdariya hilbijartinan li pêşiya partiyên biçûk û taybet jî partiyên Kurdistanî hatine danîn û amaje bi wê dike, piştî ku HAK-PARê di bernameya xwe de cih da ‘sîstema federaliyê’ û daxwaza vê kir û piştre doz lê hat vekirin û lê dibêje Dadgeha Bilind a Tirkiyê, ‘daxwaza federaliyê’ weke sedemek bo girtina partiyê pênase nekir û Epozdemîr vê yekê jî weke, ‘rûdaneke girîng û destkevtek bo gelê Kurd’ dibîne û herwiha gotinên xwe wiha dewam dike, “Lê piştî wê sîstem pê hesiya ku dengekî federaliyê tê û partiyek jî heye li ser vê jiyana xwe didomîne li Tirkiyê û li ser vê jî asteng hatin derxistin ku nekaribe li 43 wîlayet û girêdayî wan li ji sêyan yekê navçe û bajarokên wîlayetan xwe birêxistin bike ku bikeve hilbijartinan.”

Latif Epozdemîr herwiha amaje bi dawîn guhertinên di yasaya bo beşdariya partiyan di hilbijartinan de li Tirkiyê, dike û tekez dike ku bo pêkanîna wan şert û mercên hatine danîn hem dem pêwîst e û hem jî barekî giran yê aborî ye ku ji hêza partiya wan derdikeve û dibêje, “HAK-PARê nekarî ji bin barekî wiha giran derkeve. Li gelek cihan teşkîlatên me hene, lê avahî tune ye ji ber nebûna aboriyê û ev astengeke mezin e.”

Serokê nû yê HAK-PARê li ser rexneyên ‘dûrketin û pêkneanîna diyalog û danûstandinê li gel HDP û partiyên din ên Kurdistanî’ got ku sedemên vê yekê hene û dibêje, “Niyeta me nîne em xwe ji ti partiyên Kurdistanî cuda bikin. Di mejiyê me de yekitî li ser proje û bernameyeke neteyî pêk tê. Eger em yekîtiyê tenê ji bo daxwaza dilê xwe pêk bînin ev bi kêrî nayê. Em dixwazin yekîtî li dor bernameyeke milî, Kurdistanî pêk were.”

Letîf Epozdemîr dibêje, ‘xebatên hevbeş ne yekîtiya netewî’ ne û diyar dike, “ne mumkin e em bi HDPê re rûnin” û hesaba hejmara û dan û standina şaredariyan bikin û radigihîne, “HDP dibêje, ‘em ne partiyeke Kurdan e, em partiyeke Tirkiyê ne’ û behsa yek welat, yek al û tiştên wiha dike. Lê em dibêjin em partiyeeke Kurdî ne.”

Derbarê dawîn hevdîtin û danûstaninên di navbera partiyên Kurdî de jî Epozdemîr dibêje wan ji HDPê re pêşniyaz kiribû, “Em dê bi we re hevkariyê bikin, lê pêşiyê em deklarasyonekê belav bikin û bibêjin me li ser van xalan hevkarî bi HDPê kiriye û em wê belavî raya giştî ya Kurdî bikin. Piştî wê hûn yek berbijêrekî me nîşan nedin jî ne pirsgirêk e.”

Li ser kar û xebatên bo pêşerojê jî Serokê HAK-PARê amaje bi dirûşma wê partiyê ya di dawîn kongreyê de dike û dibêje, “Me biryarek daye ku HAK-PAR ji îro û pê de, zêdetir bi hêzên demokratîk û milî re hevkariyê bike. Hewl bide bo ku yekîtiyeke milî pêk were.”

Letîf Epozdemîr bibîr dixe ku deriyê wan bo herkesê ku ji partiyê veqetiyane vekiriye û lê dibêje divê ew nîqaş li paş bimînin û diyar dike, “Em îro amade ne bi wan re birûnin, bernameyekê çê bikin û hevkariyeke ku miletê Kurd jî qebûl bike pêk bînin, ne weke enî, lê weke xebateke hevbeş. Di bernameya me de jî cih digire û em dê bixebitin ku ev pêk were. Pêşiyê divê komxebatek bê kirin.”

RÛDAW