Hêmin Hewramî: Bingehê çanda pêkvejiyanê nav civaka me de ye
Hemin Hewramî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Bi amadebûna lijneya Ewqaf û Karûbarên olî ya Parlamentoya Kurdistanê ve, me hevdîtinek li gel şandeyekî dêra Amerîka û Brîtanyayê ya xêrxwaziyê li Kurdistanê kar dikin kir.’’
Herwaha got: ‘’Bi navê Parlamentoya Kurdistanê me destxweşî û spasî li wan kir bo hemû wan piştevaniyên wan ên bo koçber û penaberan li Kurdistanê pêşkeş kirine.’’
Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê got: ‘’Di civînê de me diyar kir, bingehê çanda pêkvejiyanê nav civaka me de ye û saziyên destûrî yên herêmê ji aliyê yasa û destûr û karên hukimranî ve girêdayî û piştevaniyê li bingehên pêkvejiyan û pir olî û pir netewî dikin.’’
Bas<news