top of page

Strana kursîperestên Bakur: YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Hasan Ertas

Strana kursîperestên Bakur: YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Kursîperestên Bakur ên di di serdanên Hewlêrê de canbexşiya xwe bo xak û niştiman bi lêv dikin li kolanên Diyarbekirê dest bi ajandeyên xwe yên şexsî kirine bo rûniştina kursiyeka li şaredarîyekê yan li Parlementoya Tirkiyê.

Kursîperestên Bakurê Kurdistanê dizanin ku di demeka nêzîk de wê li Tirkiyê hilbijartinên pêşwext çêbibin. Bi armanca parastina berjewendiyên xwe û kursiyên xwe dîsan dest bi gotinên ji xwe mezintir dikin. Goya wê “YEKÎTIYA NETEWEYΔ ava bikin. Kesên kursiyan bi pereyan bifroşin wê çawa nûnertiya kurdan bikin? Kesê xiyanetê li Rêbaza Nemir Melle Mistefa Barzanî re kiribin wê çawa xizmetê bo milletê kurd bikin?

Dizî, gendelî, berjewendîperestiya binemalî bûye diyardeyek êdî di siyaseta Bakurê Kurdistanê de. Kursîperest ji bîr dikin ku êdî hertişt li ber çavan e. Her ew çiqas hewl bidin rengên kursiyên xwe û cihên kursiyên xwe xweş bikin, bîna genî bêhtir ji bin wan derdikeve.

Êdî bêjeya “YEKÎTIYA NETEWEYΔ bûye strana kursîperestên Bakurê Kurdistanê. Ti pirsa kurdan û yekîtiyê tuneye. Kurd beramber êrîşên ser Rojava bûn yek û deng ji PKKê û kursîperestên Bakur derneket. Di encama siyaseta PKKê û kursîperestên dibêjin em “neteweyî” ne bajarên kurdan vala bûn. Li devera cihanê kur dli dijî wê siyasetê bûn û yekdeng bûn. Dîsan deng ji PKKê û kursîperestên neteweyî derneket.

Kursîperestên “neteweyî” bo ku HDP di hilbijartinên herêmî de çend “kursiyan” bide wan ti maske neman nedan ber rûyên xwe. Xisûsî ji wan du kursîperestên ku navê PDKê bikartînin yek bû sergovendê “govenda demokrasiya Tirkiyê.” Yek jî bû bazirganê firotina kursiyên encûmen û serokatoya navçeyan.

Di referanduma serbixwebûna Herêma Kurdistanê de dilê her kurdekî li Hewlêrê bû lêbelê PKK û kursîperestên wê yên neteweyî behsa demokrasiya Iraqê dikirin. Fermo îro li halê wê Iraqa ku jê ra yekparçeyî dixwestin binerin.

Êdî xelkê Bakur, rewşenbîr û nivîskarên Bakur ti kes tehamulî kursîperestan nake. Wê kursîperest her bi wan genitî û berjewendîperestiyên xwe di bîra kurdên BAKUR de bimînin.

bottom of page