top of page

Biro: Ji bo Yekrêziya Kurdî, nakokiyên siyasî yên mezin hene

Endamê Desteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Îbrahim Biro radigihîne, ji bo yekrêziya Kurdî, pêwîstî bi yekhelwestiya nerîna siyasî, rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bi gerentîkarekî navdewletî heye.

Endamê Desteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Îbrahim Biro beşdarî bernameya “Rojev ” a K24ê bû û derbarê guhartina demografî ya ji aliyê Tirkiyê û grûpên ve çakdar ve li herêmên Kurdî tên kirin de ragihand, ev metirsiyeke cidî ye û ENKSê ev pirs di hevdîtina bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de guftûgo kir, wan jî dilgiraniya xwe di vê derbarê de nîşan dan û herwiha piştevaniya xwe jî di warê siyasî û dîplomasî de ji ENKS û gelê me re ragihandin.

Biro got: Dema hêz di destê PYDê de bû û Amerîka jî li herêmê bû, PYD nekarî destkeftên Kurdî biparêze. Niha riya sereke li pêş me maye ew e, em bi xelkê Sûriyê danûstandinên berfirah bikin û doza mafên xwe wek neteweyek sereke di hundir Sûriyê de bikin, di wê çarçoveyê de jî em danûstandinekê di bin çavdêriya navdewletî bi rêjîma Sûriyê re dikin.

Li ser yekrêziya Kurdî, Biro got: Ji bo Yekrêziya Kurdî, divê zelalbûnek di nerîna siyasî de hebe, lê cudahiyên gelekî mezin di nerînên siyasî yên PYD û ENKSê de hene. Ji encama siyaseta PYD, gelê me ket şerekî li hember welatekî mezin wek Tirkiyê û Tirkiye derbasî herêmên me bû. Li ser asta navxweyî jî hemû xelkê Sûriyê kirin dijminê Kurd.

Herwiha got: Niha divê em karibin nerîna siyasî bikin yek ji bo ku tiştê maye biparêzin. Yekrêziya Kurdî, yekrêziya siyasî ye, lê hema heger em ketin tengaviyê em bibêjin ku em yekrêz bin û şer Tirkiyê, yan şerê xelkê Sûriyê bikin, em nikarin vê yekê bikin.

Biro got jî: Tiştê niha pêwîst e, divê yan em vegerin rêkeftinên berê, yan rêkeftineke nû bikin, em li ser mafên Kurdan li Sûriyê lihev bikin û hevbeşiyeke rasteqîne bikin û di bin çavdêriya navdewletî de û em kar bo parastina taybetmendiya Kurdî di Sûriyê de bikin, ku em miletek in li ser erdê xwe ne û mafên me hene.

Biro li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir, ENKSê her amade ye bo nêzîkahiya Kurdî – Kurdî, lê divê bawerî bê avakirin û gerentîkarekî navdewletî hebe û ew karibin rêkeftineke berê vejînin, yan rêkeftineke din ya siyasî, îdarî û leşkerî bikin, lê heta niha ti gav di wê derbarê de nehatine avêtin.

K24

S. B

bottom of page