Emerîkayê karwaneke serbazî derbazî navçeyên bin destên HSDyê kir

December 6, 2019

Emerîkayê karwaneke serbazî ya nû derbazî navçeyên bin destên HSDyê kir.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, duhî Emerîka nêzîkî 25 barhelgrên serbazî derbazî navçeyên bin destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kirin û ew karwan li zevîya Emir a Petrolê li gundewarê Dêrezorê bicîh kir.

Li gor ku hatîye belavkirin jî, ew hatina wê hêzê hevdem bûye li gel gereke rahênanê di navbera Hevpeymanîya Navdewletî û HSDyê de,  ku her li wê navçeyê bûye. Herweha bizava  firokeyên Hevpeymanan jî li asmanê wê navçeyê hebû ye.

K24

 

 

Please reload